Iraq di 2022yan de sîstema berevaniya asmanî ya pêsketî bicih dike
PeyamaKurd – Wezareta Bergiriyê ya Iraqê ragihandiye ku di nav îsal de sîstema berevaniya asmanî tê bicihkirin û dest bi xizmetê dike.
Li gorî ajansa fermî ya Iraqê INAyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Berevaniya Asmanî Korgeneral Muin es-Seîdî, ragihandiye ku niha Iraqê sîstemeke pêşketî ya radarê kirîye û li ser wê jî lêkolînên pêwîst hatine kirin.
Seîdî herwiha gotiye, heta niha ji aliyê wê sîstema radarê ya berevaniya asmanî ya Iraqê ve li ser ezmanên Iraqê ti binpêkirin û gefek nehatiye tomarkirin û destnîşan kir, di nas sala 2022yan de, wê sîstema pêşketî ya berevaniya asmanî ya Iraqê bikeve xizmetê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Berevaniya Asmanî yê Iraqê daye zanîn ku niha ew li laboratûarên xwe yên çekan li ser hilberandina dronên çavdêriyê dixebitin û heta niha pêşketinek bi dest xistine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin