Îranê li ser mijara ‘dayîna sîstema berevaniya asmanî bo Kurdistanê’ zelalkirin xwest!

26 June 2023 19:48 0 dîtin
Îranê li ser mijara ‘dayîna sîstema berevaniya asmanî bo Kurdistanê’ zelalkirin xwest!

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îro 26ê Hezîranê di civîna rojnamevanî ya heftane de, bersiv da pirsa ‘îhtimala dayîna sîstema berevaniya asmanî ji aliyê Amerîkayê ve bo Herêma Kurdistanê’ û got: “Bala Tehranê li ser berpirsiyariya hikûmeta navendî ya Iraqê ye. Herwiha divê rayedarên Herêma Kurdistanê jî li ser vê yekê zelalkirinekê bikin.”

Nasir Kenanî li ser mijarê diyar kir: “Divê berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê bi berpirsyariyên xwe û hesasiyeta karên xwe yên têkildarî ewlehiya sînor û sîyaseta cîrantiyê haydar bin.”

Kenanî herwiha îdia kir ku Têhran ti carî baweriya xwe bi nêrîn û kiryarên Amerîkayê nayîne, ji ber ku Washington berjewendiya xwe di têkdana aramiya welatên herêmê û têkbirina peywendiyên wan ên ligel cîranên xwe de dibîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Kongreya Amerîkayê di projeyasaya budçeya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê de madeyek ji bo dabînkirina sîstemên dijmoşekî ji bo Hêza Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê zêde kir ku endamên herdu partiyên Demokrat û Komarî piştgiriya wê dikin. Ger ew made bê pejirandin, dibe ku Amerîka sîstemên berevaniya asmanî li Herêma Kurdistanê bicih bike.