Ji ber sîstema elektronîk ya deriyê Îranê, rêza TIR an niha de bû 10 km

02 January 2025 22:19 0 dîtin
Ji ber sîstema elektronîk ya deriyê Îranê, rêza TIR an niha de bû 10 km

PeyamaKurd – Li aliyê Îranê 4 roje ku sîstema deriyê gumrikê naxebite û erebe û alavên din nikarin herin û werin. Ajotvan û xwediyê alavan ji her dû aliyan de perîşanin û dixwazin pirsgirêk çareser bibe. Ji ber sîstema gumrika Îranê naxebite, tenê rêza ku TIR tê de ne, gihaye 10 km yan.

Pirsgirêka ku li aliyê Îranêye ya deriyê Sêro an ku ji aliyê Geverê jê re dibêjin Esendere, bû sedema nerazîbûna dezgeyên pêwendîdar. Ji rêvebiriya Oda Sanayî û Bazirganiya Geverê (Yüksekova) Zeki Gürdal ragihandiye:

“Terefê Îranê kiryarên kêfî dike û eziyetê dide ajotvanên TIRan. Em jî çûn deriyê gumrikê. Pirsgirêk bi temamî ji aliyê Îranê ye. Em dixwazin ku oda bazirganiya bajarê Ormiyê bi pirsgirêkê bilî bibe da mijar çareser bibe…”