Azerbaycanê sîstema parastina asmanî û mosekî li sînorê Îranê bicih kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Azerbaycanê sîstema parastina asmanî û moşekê Barak 8 li ser sînorê Îran-Azerbaycanê bicih kir.
Çavkaniyên pasdarên Îranê ji medyaya xwe re eşkere kirine ku artêşa Azerbaycanê piştî ku Îranê li nêzî Azerbaycanê sîstema berevaniya hewayî ceriband, li ser sînorê Îran û Azerbaycanê rahênan kiriye.
Herwiha tê gotin ku bicihkirina sîstema berevaniya asmanî û moşekî ji ber êrîşa Îranê ya çaverêkirî bo ser Îsraîlê ye, daku pêşî li vê êrîşê were girtin.
Wezareta Berevaniya Azerbaycanê jî ragihand ku ew sîstem ligel sîstema berevaniya moşekî ya S-300 hatine bicihkirin.
Rojnameya Telegraf ya Brîtanya jî demek berê nûçeyek belav kiribû û dabû xuyakirin, serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan naxwaze rasterest êrîşî ser Tel Evîv bê kirin, lê dixwaze êrîş li ser binkeyên veşartî yên MOSSAD ên li welatên cîran bê kirin. Li aliyê din Sûpaya Pasdaran jî dixwaze êrîşeke rasterast li ser Tel Avîvê bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin