Wê Pentagon sîstema parastina asmanî li Herêma Kurdistanê bicih bike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çarçoveya budçeya berevaniyê ya 2024an ku li Kongreya Amerîkayê hatiye pejirandin, wê li hember êrîşên fuzeyan sîstema berevaniya asmanî li Iraq û Herêma Kurdistanê were bicihkirin û balafirên bêmirov ên biçek bên dayîn.
Li gorî projeyasaya budçeya 2024an a roja Pêncşemê hatiye pesendkirin, ji bo têkoşîna dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê 398 milyon dolar hatiye terxankirin ku sala borî 398 milyon dolar bû.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji bo xerckirina li herêmên alozî heye, 842 milyar dolar budçe xwestibû.
Herwiha sala borî 322 milyon dolar ji Iraq û Herêma Kurdistanê re hatibû terxankirin, lê di budçeya 2024an de daketiye 242 milyon dolaran.
Di pêşnûmeya budçeyê de Pentagon û Wezareta Derve daxwaz kiriye, heta 1ê Sibata 2024an ji bo dabînkirina balafirên bêmirov û sîstemên berevaniya asmanî ji Iraq û Herêma Kurdistanê daku bersiva êrîşên moşekî bidin, planeke hevpar bipêş bixin.
Dîsa hatiye xwestin ku ji bo hêzên Pêşmerge û Iraqê jî perwerdeya bikaranîna sîstemên berevaniya asmanî bê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin