Pûtîn li pêsiya mala xwe sîstema parastina asmanî bicih kir

20 January 2023 22:28 0 dîtin
Pûtîn li pêsiya mala xwe sîstema parastina asmanî bicih kir

PeyamaKurd – Li demeke ku şerê artêşa Rûsyayê yê dagirkirina Ukraynayê bi hemû tundiya xwe dewam dike, medya rûsî nûçeyeke balkêş belav kir.

Li gorî ragihandina medya rûsî, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, li dor mala xwe ya li bajarê Novo-Ogarevayê pergala moşekî ya parastina asmanî bicih kiriye.

Wêneyê pergala moşekî ya li dor mala Pûtîn a li Novo-Ogarevayê hatiye parvekirin û tê gotin ku Pûtîn ji ber metirsiya êrîşên Ukraynayê ew sîstem bicih kiriye.