Austin û Gallant li ser gefên herêmî û danîna sîstema parastina mosekî axivîn

20 October 2024 13:27 0 dîtin
Austin û Gallant li ser gefên herêmî û danîna sîstema parastina mosekî axivîn

PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant, bi rêya telefonê derbarê êrîşên başûrê Lubnanê û li Beyrûdê bi ser Hizbullahê de axivîn.

 Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, Austin û Gallant pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Pentagonê diyar kir,  herdu wezîran li ser xweparastina Îsraîlê li hemberî gefên herêmî û danîna sîstema parastina moşekî di demeke nêzîk de axivîn û Austin dilxweşiya xwe ya bo ewlehiya Netanyahû aniye ziman ku mala wî rastî êrîşê hatibû.

Herwiha hate gotin ku Gallant derbarê êrîşên ser Lubnanê û Beyrudê bi ser Hizbullahê de aliyê Amerîkayê agahdar kiriye û herwiha Gallant bal kişandiye ser 101 dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de û biryardariya welatê xwe bo rizgarkirina wan anîye ziman.