Austin û Gallant bi telefonê axivîn: Êrîsa li ser Eyn el-Esed gesedaneke metirsîdar e

06 August 2024 11:29 0 dîtin
Austin û Gallant bi telefonê axivîn: Êrîsa li ser Eyn el-Esed gesedaneke metirsîdar e

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin û hevtayê xwe yê Îsraîlê Yoav Gallant bi telefonê axivîn.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Austin di hevdîtina xwe ya bi Gallantê da ji AAyê re piştgirya xwe ya ji bo ewlekariya Îsraîlê û mafê xweparastinê yê li hemberî tehdîdan dubare kir.

Herdu gavên ku Pentagon diavêje ji bo xurtkirina parastina hêzên Amerîkî, bihêzkirina berevaniya Israîlê û rêgirtin û kêmkirina aloziyên berfireh li herêmê gotûbêj kirin.

Austin û Gallant êrîşa dawî ya li ser Eyn el-Esed wek pêşketineke xeter bi nav kirin.

Doh (05.08.2024) li dijî baregeha leşkerî ya Eyn el-Esed ku leşkerên Amerîkî lê dimînin êrîşek hat kirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Brîtanî Reuters, di êrîşê de 5 serbazên Amerîkî birîndar bûne ku 1 jê giran e.

Ji 17ê Cotmehê heta 25ê Tîrmehê zêdetirî 170 êrîş li ser bingeh û hêzên Amerîkayê li Iraq, Sûriye û Urdunê hatin kirin.