Lloyd Austin bi Yoav Gallant re li ser Xezzeyê hevdîtin kir

30 November 2023 16:46 0 dîtin
Lloyd Austin bi Yoav Gallant re li ser Xezzeyê hevdîtin kir

PeyamaKurd - Wezîrê Bergiriyê yê Amerikayê Lloyd Aûstîn (Pentagon) bi Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant re pêwendiyeke bi telefonê danî û rewşa dawî ya li Xezzeyê nirxandin. 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê, herdû wezîr li ser "berdewamiya agirbestê" hevdîtin kirine û hatiye ragihand ku: 

 

Bi Gallant re "Li ser rizgarkirina dîlan, gihiştina zêdetir alîkariyên mirovî ji bo Kerta Xezzeyê û ji bo ku zirarên li ser sivîlan bên kêmkirin wek xalên girîng" hatine gotebêjkirin.

Qeterê piştî hevdîtinên ku di 27ê Mijdarê de bi Hamas û Îsraîlê re hatin kirin ragihandibû ku "Agirbesta nevberdayîna mirovî" 2 rojên din hatiye dirêj kirin. 

Leşkeriya Îsraîlê jî, di 30ê Mijdarê de bêy ku dîrok diyar bike ragihand ku "navberdayîna mirovî" careke din hatiye berdewam kirin.