Yasar Guler: DYA wê sîstema parastina asmanî radestî PYDê bike
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di derbarê pêwendiyên YNK, PKK û Rêveberiya Xweser ya Rojavaye Kurdistanê de daxuyaniyên balkêş da.
Guler beşdarî bernameya televîzyoneke Tirkiyeyê bû û pêwendiyên navbera Yekîtiya Niştimanên Kurdistan (YNK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Rêveberiya Xweser ya Bakur-Rojhelatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) nirxand.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê anî ziman ku ew êdî venagerin û wiha axivî:
“PKK rêxistinek e ku bûye bela serê welatê me. Hêzên me yên ewlehiyê bi çalakiyên serkeftî tekoşîneke bibandor dikin. Hemû armanca me girtina kilîdê ye. Em berî 2 sal û nîvan ketin Zapê. Em bi hewla leşkerên xwe heta îro hatin.
Guler di derbarê hewla rêveberia Iraqê ya bi sedema “pêwendiya wan bi PKKyê re heye” girtina 3 partiyên siyasî de jî peyivî û wiha got: “Hikûmeta Iraqê 3 partiyên ku ji aliyê PKKyê ve hatibûn avakirin qedexe kirin û dest danî ser mal û milkên wan.”
“YNK pêwendiyên xwe yên bi PKKyê re xurt dike”
Guler di derbarê YNKê de anî ziman ku YNK, pêwendiyên xwe bi PKKê re xurt dike û wiha dom kir:
“Li gorî zanyariyên me, mixabin YNK pêwendiyên xwe yên bi PKKyê re xurt dike. Hikûmeta Îraqê jî ji vê yekê aciz e. Tevî ku birêz serokkomar û wezîrê derve û ez çend caran li ser vê mijarê axivîn jî, kesê li serê YNKê (Bafel Talabanî) çalakiyên xwe yên di vê mijarê de didomîne. Di vê dema ku pêwendiyên Hikûmeta Îraqê û Tirkiyeyê hewqasî baş in, dixwazin welêt ji rêxistina terorê rizgar bikin, nayê qebûlkirin ku komeke din hîn zêde nêzîkî rêxistina terorê bibe.
Vekîşîna ji Rojavayê Kurdistanê
Guler amaje pê kir ku ji bo vekişîna ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şertên wan hene û wiha axivî:
“Serokkomarê me dibêje, ‘Em dikarin bi Sûriyeyê re dest bi hevdîtinên aştiyê bikin.’
Rejîma Sûriyeyê dibêje, ji bo destpêkirinê şertên me hene. Dibêje, ‘Eger hûn dîroka vekişînê diyar bikin, em dikarin hevdîtinê bikin.’
Em vê yekê bi rengê ‘Ez naxwazim aramî û aştî vegere’ fêm dikin.
Em jî dibêjin, destûreke berfireh qebûl bike, hilbijartinên xwe yên azad bike û di encamê de eger kî bû desthilat, em amade ne bi wî re bixebitin.”
“Bi aqilê me dilîzîn”
Yaşar Guler got ku “Amerîka bi aqilê wan dilîze” û berdewam kir:
“Li Sûriyeyê ji berê de tiştekî bi navê PYDyê nîne, bi giştî PKK bi xwe ye.
Ev ne tiştekî wiha ye ku neyê fêmkirin. Dostên me ji me re dibêjin, ‘Ji bo têkoşîna bi DAIŞê re pêwîstiya me bi hêzê heye.’
Min bi xwe bi eşkereyî ji dostên me yên Amerîkî re pêşniyar kir, ‘Bi rastî tu dixwazî li dijî DAIŞê têbikoşî?’ Wan got, ‘Erê.’
Min jî got, ‘Wê demê pêwîstiya te bi çi qas hêza leşkerî hebe em dê bidin te.’
Lê vê carê jî bêdeng bûne. Wan qet tiştek negotiye. Em hevpeymanê NATOyê ne lê tiştê ku tê kirin ji me re wiha tê ku bi aqilê me dilîzin.”
"DYA wê sîstema parastina asmanî radestî PYDê bike"
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, di dawiya axaftina xwe de angaşt ku “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wê sîstema parastina asmanî radestî PYDê bike” û dom kir:
“DYAyî li bakurê Sûriyeyê ne, çekdarên Îranê jî li wê derê ne. Wan ji bo parastina baregehên xwe ji mûşek û roketan anîne. Em dibihîzin ku hinek PYDyiyan perwerde dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Em wiha difikirin, ‘Dema tu sibe yan du sibe ji wê derê çûyî, tu yê wan sîsteman radestî wan bikî û biçî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin