Pentagonê li ser dabînkirina sîstema berevaniya asmanî bo Herêma Kurdistanê daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku wan daxwaz ji Kongresê kiriye ku projeyasaya budçeya ku ji bo dabînkirina sîstemên berevaniya asmanî bo Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin, pesend bike.
Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ew li bendê ne ku budçeya sala 2024an ji aliyê Kongreyê ve were qebûlkirin.
Ryder got, "Em ji Kongreyê daxwaz dikin ku budçeyê bipejirîne û piştî ku budçe were pejirandin em ê li ser hûrguliyên bêtir biaxivin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin