Îran sîstema berevaniya asmanî û fuzeyên Sayyad-3 li Sûriyê bicih dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê bi rejîma Esed a Sûriyê re li hev kir ku fuzeyên Sayyad-3 û sîstema berevaniya asmanî Khordad 15 bide rejîma Sûriyê.
Li gorî nûçeya televizyona Îranê, li gorî peymana navbera Tehran ê rêveberiya Şamê, wê Îran sîstema berevaniya asmanî, radar, alavên elektronî yên şer û fuzeyên Sayyad-3 li herêmên konrtrola Esed bicih bike.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku wê sîstema berevaniya asmanî ya Khordad 15 ku sala 2019an danasîna wê hatiye kirin bifiroşin rêveberiya Şamê ku dikare hevdem 6 hedefan bike armanc.
Herwiha hatiye dayirkirin wê fuzeyên Sayyad-3 jî bikarin bi wê sîstemê re entegre bikin.
Hêjayî gotinê ye, ev biryara Îranê piştî zêdebûna êrîşên Îsraîlê yên li ser binkeyên milîsên Îranê yên li Sûriyê hatiye dayîn ku Îsraîl gelek caran wan dike hedef.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin