Wê Amerîka sîstema HAWK a berevaniya asmanî bide Ukraynayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Amerîkayê plan dike ku ji bo rûbirûbûna êrîşên Rûsyayê, piştî sîstemên Stinger ên berevaniyê niha jî sîstemên HAWK ji artêşa Ukrayna re bişîne.
Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre çavkaniyeke ji rêveberiya Joe Biden, di çarçoveya erka taybet û lezgîn a Serokê Amerîkayê (PDA) de, ji bo sîstemên HAWK ên teknolojîya pêşketî ji Ukraynayê bên şandin biryar hatiye dayîn.
PDA derfetê dide Serokê Amerîkayê ku bêyî pesendikirina kongreyê bikare çekan ji artêşê bo welatên din di demeke kurt de bişîne.
Beriya niha NATOyê jî ragihandibû ku Îspanya dixwaze 4 heb sîstemên pekandinê yên HAWK ji Ukrayna re bişîne.
Beriya niha Serokê Ukrayna Volodimir Zelensky bang li welatên Rojava kiribû sîstemên berevaniya asmanî li hember êrîşên Rûsyayê bidin wan.
Amerîkayê ji destpêka şerê ku Rûsyayê li hember Ukraynayê daye destpêkirin ve, bi nirxê 17,6 milyar dolaran çed dane Ukraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin