Amerîkayê sîstema Patrîot a berevaniya asmanî ji Erebistina Siûdî vekisand
PeyamaKurd - Ajansa Associated Press (AP) ragihand ku, Amerîka di hefteyên borî de sîstema moşekî “Patriot” ji Erebistana Siûdî vekişandiye tevî ku êrîşên çekdarên Husiyên Yemenê yên bi ser Îranê ve berdewam dikin.
Hat diyarkirin, sîstema Patriot ji binkeya Mîr Sultan a 115 k.m li başûrê rojhilatê Riyaz dikeve hatibû bicihkirin.
Piştî êrîşa Husiyên Yemenê bi moşek û droneyan li ser kompanyaya Aramco ya Siûdiyê di 2019an de, bi hezaran leşkerên Amerîkî li binkeya Mîr Sultan bi cih bûbûn.
Berpirsê Siûdî di wê baweriyê de ne ku her sê serokê Amerîka yên li pişt hev hatine Obama, Trump û Biden biryarên vekişîna ji herêmê didin.
Rojnameya Amerîkî “Wall Street Journal” di meha Hezîrana borî de, eşkere kiribû, rêveberiya Serok Joe Biden biryar daye ku hejmareke mezin ji sîstema dijî-moşekan a Amerîkî (Patriot) li Rojhilata Navîn kêm bike.
Rojnameyê diyar kir, rêveberiya Amerîkî biryar da 8 bataryayên Patriot ji Iraq, Kuwêt, Urdun û Erebistana Siûdî vekişîne. Rojnameyê ev biryar jî vegeran wê yekê ku Washington dixwaze “Ji nû ve hebûna xwe ya leşkerî birêkxistin bike, ji bo girîngiya zêde bikşîne ser Çîn û Rûsyayê”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin