'Sîstema asmanî ji bo Pêsmerge girîng e, Amerîka ji 2003yan ve alîkariya leskerî dide'

26 July 2023 19:26 0 dîtin
'Sîstema asmanî ji bo Pêsmerge girîng e, Amerîka ji 2003yan ve alîkariya leskerî dide'

PeyamaKurd - Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer, li ser pêşniyara kongreya Amerîkayê ya di budçeya berevaniyê de, dabînkirina sîstemên berevaniya asmanî bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê got: “Amerîka ji sala 2003yan ve bi berdewamî alîkariyên leşkerî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kiriye û ew alîkarî di dema şerê li dijî DAIŞê de jî zêdetir bûye.”

Yawer da zanîn: “Ev sîstem ji bo hêzên pêşmerge girîng e. Lê ev mijar hîna di navbera Wezareta Derve û Wezareta Berevaniyê de tê nîqaşkirin. Piştî ku bûdçeya Amerîka were nîqaşkirin, ev mijar dê were pejirandin û çawaniya şandina wê dê were nîqaşkirin.”

‘Amerîka yan dê sîstema berevaniyê bifiroşe yan jî bide hêzên Pêşmerge?’

Cebar Yawer wiha axivî: “Du pirs hene derbarê dabînkirina sîstema berevaniya asmanî ji hêzên Iraqî re. Ya yekem, divê bê diyarkirin ku Amerîka dê wê sîstemê wek alîkariya leşkerî bide hêzên Iraqî ku hêzên Pêşmerge jî di nava wê de ne, yan jî dê bifiroşe. Ya duyemîn jî, gelo Iraq razî dibe ku Amerîka sîstema berevaniya asmanî bide hêzên Pêşmerge yan na?”

Yawer destnîşan kir, “Iraq bi xwe ne xwedî sîstemeke çavdêriya asmanî ye û ne jî sîstemeke wê ya çekên dijî firokeyan heye. Iraq bi xwe di vî warî de kêmasiyên wê hene û niha ew hewl dide çavdêriya xwe ya asmanî nû bike.”

Cebar Yawer da zanîn: “Amerîka her alîkariyek leşkerî bo Hêzên Pêşmerge, bi yekgirtin û çaksaziya Hêzên Pêşmerge ve girê daye. Di rojên derbasbûyî de du şandên pilebilind ên hêzên Amerîkayê bi vê mebestê serdana Herêma Kurdistanê kirin. "Ev mijar hemû dê rola wan hebe ku Amerîka sîstemên berevaniya asmanî ji Hêzên Pêşmerge re peyda bike."

‘Amerîka ji sala 2003yan ve alîkariya leşkerî dide Pêşmerge’

Di dewamê de Cebar Yawer diyar kir: “Amerîka ji sala 2003yan ve bi berdewamî alîkariya leşkerî pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û hevahengî di navbera her du Wezareta Berevaniyê û Wezareta Pêşmerge de heye.”

Herwiha da zanîn ku di berdewamiya şerê li dijî DAIŞê de, Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkirdayetiya Amerîka alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge di gihandina çek, cebilxane û rahênankirina Hêzên Pêşmerge de, pêşkêşî kirine.