Resûl: Rola Pêsmerge ya girîng di çarçoveya sîstema berevaniya Iraqê de hebû

28 August 2021 15:34 0 dîtin
Resûl: Rola Pêsmerge ya girîng di çarçoveya sîstema berevaniya Iraqê de hebû

PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, di lûtkeya Bexdayê de qala rola bi bandor a Pêşmerge di şikandina DAIŞê de tê kirin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl da zanîn: “Di lûtkeya Bexdayê de, qala rola bi bandor a Pêşmerge di şikandina DAIŞê de tê kirin.  Hêza Pêşmerge, roleke wê ya sereke di têkşikandina DAIŞê de hebû, bi taybet li Mûsilê.”

Herwiha destnîşan kir: “Hevahengî û hevkariya me bi hêza Pêşmerge re her dem berdewam dibe, ji bo nehiştina paşmayên DAIŞê. Rola Pêşmerge ya girîng di çarçoveya sîstema berevaniya Iraqê de hebû.”

Yehya Resûl eşkere kir: “Pêwîstiya me bi wê heye ku hêzên me careke din bêne avakirin. Spasiya wan welatan dikin ku piştevaniya bilindkirina karîna hêzên me dikin.”

Herwiha da zanîn: “Hin serkirde tirsiyan serdana Iraqê bikin, lê Iraq di parastina rewşa ewlehiyê û parastina xelkê de serkeftî bû, ev jî bi dayîna gelek qurbaniyan hatiye peydakirin. Hatina şandeyên welatan ji bo Bexdayê, nîşana wê rastiyê ye ku Iraq di dabînkirina aramiyê de serkeftî bûye.”

Derbarê rêkeftina Şingalê û rewşa Şingalê de, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê diyar kir: “Rêkeftina Şingalê, rêkeftineke girîng e û gavên baş jî ji bo cibicîkirina xalên wê hatine avêtin, hêzên çekdar ên Iraqê hatine raspardin ji bo cibicîkirina wê. Rêkeftin dê bi serkeftî were cibicîkirin.”

Li ser metirsiyên DAIŞê, Yehya Resûl destnîşan kir: “Metirsiyên DAIŞê mane, bi taybet li navçeyên di navbera sengerên Pêşmerge û hêzên Iraqî de. Em bi biraderên xwe tên di Wezareta Pêşmerge de kar dikin, ji bo wê valahiya ewlehiyê tijî bikin, ji bo vê mebestê jî me çendîn navendên hevahengiyê ava kirine, di rojên bê de jî operasyonên hevbeş bi Pêşmerge re jî li dijî cihên veşartinê yên DAIŞê berdewam dibin.”