Pentagon: Pêsmerge xwedî roleke girîng bû, pistgirîya me berdewam e
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) diyar kir ku ji bo careke din DAIŞ serî hilnede dê piştgiriya wan a ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam bike.
Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder di civîna rojnamevanî li ser pirsa medyakaran got, ji bo careke din DAIŞ serî hilnede û nebe metirsî dê hevkariya wan a bi Hêzên Pêşmerge û hevbeşên din re berdewam bike.
Patrick Ryder diyar kir, ew dê kar bikin ji bo ku DAIŞ careke din nebe gef û da zanîn, hêzên iraqî û hêza Pêşmerge di operasyonên nehiştina DAIŞê de xwedî roleke girîng bûn.
‘Em dixwazin piştrast bin ku DAIŞ car din serî hilnade’
Patrick Ryder got: “Em dixwazin piştrast bin ku gefên DAIŞê bi dawî bûne û em ê di warê leşkerî û lojîstîkî de çi pêwîst be pêşkêşî hevpeymanên xwe bikin."
Herwiha Ryder bibîr xisti ku Amerîkayê di warê leşkerî de pêngavên girtîn hatine avêtine û da zanîn, ew dixwazin bibînin ku hevpeymanên wan gihîştine wê astê ku careke din DAIŞ serî hilnede û xwe bi rêxistin neke.
Gelo wê Amerîka kengî ji Iraqê vekişe?
Patrick Ryder li ser dema vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê jî ev bersiv da: “Civînên komîteyên hevbeş berdewam dikin. Biryar e di demeke nêzîk de ew komîte civîneke giştî li dar bixin lê demeke ji bo civînan nehatiye diyarkirin.”


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin