Mesrûr Barzanî: Zanayên Ola Îslamê di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de xwedî roleke girîng û berçav in
PeyamaKurd - Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 51emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyamek belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Di salvegera 51.mîn a damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê de, pîrozbahiyê li Serok û Dibistana Cîhbicîh kirin û encûmena navendî û hemû mamostayên olî yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.”
Mesrûr Barzanî herwiha di peyama xwe de destnîşan kir, “Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê xwedî roleke girîng û berçav bûne di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de û berevanîkirina li pirsên niştimanî û herwiha pêşxistina hizra nermbûn û pêkvejiyana aştiyane ya olî ya Kurdistanê. Hêvîdarim zanayên olî berdewam bikin di tekoşîna hember tundiyê û pêşxistina lêburdeyî û rijdbûna li ser maf û destkeftên gelê Kurdistanê de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin