Mesrûr Barzanî bi Tevgera Babiliyon Reyan Kildanî re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Tevgera Babiliyon Reyan Kildanî û şanda ligel wî kir.
Şanda Tevgera Babiliyon a bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Tevgera Babiliyon Reyan Kildanî, ji endamên Fraksiyona Babiliyon ên li Parlamentoya Iraqê pêk hatibû.
Di civînê de rewşa giştî û proseya siyasî ya Iraqê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Di beşeke din a civînê de tekezî li ser girîngiya siftkirina hewldanan hat kirin ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî ya ji bo berjwendiya giştî ya welatiyên Iraqê û parastina mafên destûrî yên pêkhateyên cuda li ser bingeha beşdarî û şirîkatiya rasteqîn di pêşvebirin û biryara siyasî ya Iraqê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin