Tevgera Goran: Em spasiya kak Mesrûr Barzanî dikin ku îradeya gelê xwe bilind ragirt
PeyamaKurd – Endamê civata giştî ya Tevgera Goran Hemdî Mecîd Gilî, li ser daxuyaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bidawîanîna kêmkirina mûçeyan destnîşan kir, serokê hikûmeta Kurdistanê bi nehîştina jêbirîna mûçeyan gaveke wêrek avêt û ji her kesî re got ku Kurdistan dikare xwe birêve bibe.
Mecîd Gilî herwiha got, “Em spasiya kak Mesrûr Barzanî dikin ku îradeya gelê xwe bilind ragirt.”
Endamê civata giştî ya Goran, Hemdî Mecîd Gilî ji BasNewsê re daye xuyakirin, biryara encumena wezîran bi serokatiya Mesrûr Barzanî ji bo nehîştina jêbirîna mûçeyan peyamek bû ji bo Iraq û derveyî Iraqê ku êdî dema wê hatiye qebûl bikin ku Kurdistan xwedî îrade û serweriya xwe ye.
Hemdî Mecîd Gilî got, “Vê pêngavê bersiva wan komployan da ku dixwestin ezmûn û statûya Kurdistanê nehêlin, bersivek bû ji bo neyarên Kurdistanê ku dixwestin şerê navxwe derxînin. Herwiha nîşan dide ku îradeyek heye dixwaze bi cidî çaksaziyê bike. Em spasiya kak Mesrûr Barzanî dikin ku îradeya gelê xwe bilind ragirt.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin