Tevgera Goran sibe navên kabîneyê radestî Mesrûr Barzanî dike

26 June 2019 14:45 0 dîtin
Tevgera Goran sibe navên kabîneyê radestî Mesrûr Barzanî dike

PeyamaKurd - Endamê Civata Niştimanî ya Gorranê Çalakê ragihand, komîteya ku bo wergirtina CVyên kesên ku dixwazin wek endamên Gorranê di kabîneya nû ya hikûmetê de bibin wezîr û wekîl, karên xwe xilas kir.

Çalakê Muhendîs got, civata niştimanî ya Gorranê dê sibê (27 vê mehê) bicive û ji nav wan kesan, çend kandîdan hilbijêre û teslîmî serokê nû yê hikûmetê Mesrûr Barzanî bike.

Berpirsê Gorranê da zanîn, eger di dema hilbijartina kandîdan de dengên jin û mêrekî mîna hev bûn, wê çaxê emê kandîda jin destnîşan bikin.

Pişka Gorranê di kabîneya nû ya hikûmetê de; Wezareta Darayî, Wezareta Bazirganî û Pîşesazî, Wezareta Avadankirinê, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, posta cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê.

Herwiha endamê serkirdetiya PDKê Nûrî Heme Elî jî ji BasNewsêre gotiye, tenê YNK maye kandîdên xwe yên kabîneya nû destnîşan bike, ewê jî îro yan sibê net bibe.