Namzedên Tevgera Goran ên kabîneyê hatin eskere kirin
PeyamaKurd – Îro li dema ku civîna Cıvata Niştîmanî ya Goranê berdewam dikir, medya Kurdistanê navên kandîdên kabîneya nehem ên Goranê eşkere kirin.
Tê çaverêkirin Goran CVyên namzedên wezîriyê yên hatine diyarkirin pêşkeşî Serokwezîrê bo hikûmeta Kurdistanê erkdarkirî Mesûr Barzanî bike.
Li gorî zanyariyan namzedên wezîriyê yên Goran ev in:
Wezareta Darayîyê: Awat Şêx Cenab, Hawar Şêx Reûf û Şoriş Hemîd.
Wezareta Bazirganîyê: Dahên Haşim, Karwan Haşim, Çalak Muhendis û Beşdar Husên.
Wezreta Avedankirinê: Dana Ebdulkerîm, Hîwa Qilyasanî û Ûmer Înayet.
Wezareta Karûbarên Civakî: Aras Welî, Çîmen Heme Reşîd, Hejar Meirûf û Kwêstan Mehemed.
Herdû postên, Cîgirê serokê Herêmê û cîgirê serokê hikumetê jî para Bizava Goran in lê hêj kandîdên van postan nehatîne eşkere kirin.
Tê pêşbînîkirin ku Civata Nîştîmanî ya Goranê îro hemû namzedên xwe yakalî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin