PDK û Tevgera Goran sibe li Hewlêrê dicivin

01 February 2023 21:01 0 dîtin
PDK û Tevgera Goran sibe li Hewlêrê dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di çarçoveya serdan û hevdîtinên xwe yên, li ser hilbijartinên parlamentoyê û mijarên giştî yên Kurdistanê de, sibe 2yê Sibatê li Hewlêrê bi Tevgera Goran re dicive.

Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mihemed Mehmûd endamê mekteba siyasî ya PDKê îro 1ê Sibatê Çarşemê serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (PSDK) kir.

Şanda PDKê duh Sêşemê jî li Hewlêrê serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kiribû û Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed piştî civînê ragihandibû, wan nêrînên xwe derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê de anîne ziman.

Mehmûd Mihemed herwiha dabû zanîn: “Em qebûl nakin ti kes ji bo hevdîtinên ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê mercan deyne.”

Şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 31ê Çileyê jî li bajarê Silêmaniyê ligel şandeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civiyabû û her du aliyan li hev kirin ku di demek nêzîk de careke din li hev bicivin.