PDK û YNK îro li Hewlêrê dicivin

07 January 2025 08:29 0 dîtin
PDK û YNK îro li Hewlêrê dicivin

PeyamaKurd – Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û şanda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) wê îro li Hewlêrê bicivin.

Îro Sêşemê 07.01.2025ê şandên PDK û YNKê li Hewlêrê li Mekteba Siyasî ya YNKê dicivin.

Armanca civînê amadekirina bernameyeke hevbeş ji bo pêkanîna kabîneya nû ye.

Roja Şemiyê 30.11.2024, şanda PDK û YNKê yekem civîna xwe li baregeha Polîtboruya YNKê ya Silêmaniyê li dar xist. Di hevdîtinê de behsa îmkanên pêkanîna hikûmeta nû û çawaniya karkirina di berjewendiya gelê Kurdistanê de hate kirin.

Îro Sêşemê 17.12.2024, şandên PDK û YNKê li Pîrmamê wê civîna xwe ya duyemîn li dar bixin û wê di civînê de gelek mijar û pêşhatên navçeyê û hewlên pêkanîna hikûmetê gotûbêj bikin.