Serok Barzanî û Macron îro li paytext Hewlêrê dicivin

29 August 2021 10:22 0 dîtin
Serok Barzanî û Macron îro li paytext Hewlêrê dicivin

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ye û şevê din bi merasîmeke fermî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Bernameya Macron a Kurdistanê îro Yekşemê 29ê Tebaxê dest pê dike û biryare hejmarek hevdîtinan pêk bîne ku ya herî girîng jî civîna ligel Serok Mesûd Barzanî ye ku xwedî roleke girîng e di pêwendiyên dîrokî yên Kurdistan û Fransayê de.

Fransa piştevaneke bihêz a Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ye ku ji bilî pêwendiyên dîrokî, di şerê DAIŞê de piştgiriyeke xurt daye Kurdistanê û hê jî ew alîkarî berdewam dikin.

Macron doh 28ê Tebaxê li Bexdayê got, ew ê sibe bi şervanên Kurd ên dijî DAIŞê têkoşîn dane re bicive û li ser mayîna hêzên Fransayê li Kurdistan û Iraqê jî destnîşan kir, heger Amerîka ji Iraqê vekişe jî ew dê bimînin û piştevaniya xwe berdewam bikin.

Herêma Kurdistan û Fransa xwedî peywendiyên dîrokî ne û destpêka peywendiya heta Şoreşa Îlonê diçe. Di dema şoreşê de hejmareke rojnamevanên Fransî bo romalkirina şoreşê serdana Başûrê Kurdistanê dikin û hevpeyvînekê li gel Serok Barzanî dikin, ev hevpeyvîn, peyama Kurdistan û Pêşmerge bi Fransayê digihîne û dibe destpêkek ji bo pêkhatina  peywendiyên dîrokî.