Hêzên Pêsmerge û Hêzên Berevaniyê yên Iraqê îro li Hewlêrê dicivin

04 October 2022 11:29 0 dîtin
Hêzên Pêsmerge û Hêzên Berevaniyê yên Iraqê îro li Hewlêrê dicivin

PeyamaKurd – Hêzên Pêşmerge û Hêzên Berevaniyê yên Iraqê îro li Hewlêrê dicivin.

Li gor zanyariyan, biryar e şandeke Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li Hewlêrê bicivin.

Hat zanîn ku êvara Duşemê 2 şandên leşkerî yên Iraqê gihîştin Hewlêrê û wê îro bi Wezareta Pêşmerge re bicivin.

Şanda yekem bi serokatiya Lîwa Qeys Xelef Sîgirê Serokê Giştî yê Operasyonan, şanda duyem jî bi Serokatiya Serokê Desteya Pîşesaziyên Leşkerî Mihemed Sahib el-Deracî û Rêveberê Giştî yê Şîrketa Pîşesaziya Leşkerî Celal Ebas Hisên hatibûn Hewlêrê.

Herwiha biryar e her du şand bi berpirsên Wezareta Pêşmerge li ser hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê, operasyonên hevbeş û çend mijarên din gotûbêjan bikin.