Resûl: Kordînasyona navbera Pêsmerge û hêzên Iraqê xurt e
PeyamaKurd- Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Lîwa Yehya Resûl got ku kordînasyona wan bi Pêşmergeyan re xurt e.
Yehya Resûl da zanîn ku ew û Pêşmerge ji bo têkoşîna bi DAIŞê re di nav hevahengiyeke baş de ne û diyar kir, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo bihêzkirina artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi Pentagonê re peymaneke nû îmze kiriye.
Resûl li ser hevahengiya bi Pêşmergeyan re jî got: “Em bi hêzên Pêşmerge re civîn û operasyonên xwe berdewam dikin û hevahengiyeke me ya xurt heye. Birayên min ên li Wezareta Pêşmergeyan tim beşdarî civînên me dibin.”
Yehya Resûl got ku artêşa Iraqê û Pêşmerge agahiyên îstixbarî didin hev û da xuyakirin, “Em bi van hewldanên xwe tim û tim şaneyên veşartî yên DAIŞê dikin hedef. Wekî mînak me doh an jî pêr li bakurê Diyaleyê şaneyeke DAIŞê kir hedef. Pênc çete hatin kuştin û cihên ku xwe vedişêrin hatin îmhakirin. Di van operasyonên tunekirina şaneyên DAIŞê de kordînasyona zêde, pêwendiyên baş û parvekirina agahiyên îstixbarî û hevkarî ji bo me girîng in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin