Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê îro li Hewlêrê dicivin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê îro li Hewlêrê dicivin û rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj dikin.
Li gor zanyariyan, biryar e îro di saet 10:00an de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab li Hewlêrê bicivin û pêwendiyên di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de û rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab, do bi serdaneke fermi gihîşt Bexdayê û bi Serokomar, Serokwezîr, Serokê Parlamentoyê û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê re civiyabû.
Dominic Raab di civînê de xwe de tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji bo aramî û ewlehiya Iraqê kir, herwiha daxwaza welatê xwe ya ji bo xurtkirina hevahengî û hevkarîyê di warên aborî, kulturê, piştevanîya weberhênanê û geşkirina derfetên pêşkeftinê ji Iraqê re da xuyakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin