Polîtburoyên PDK û YNKê sibe li Hewlêrê dicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sibe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li hev dicivin.
Li gorî zanyariyan sibe Duşemê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, polîtburoyên PDK û YNKê li avahiya Serokatiya Herêma Kurdistanê dicivin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku wê şanda YNKê bi serokatiya Hevserokê YNKê Bafil Talebanî û beşdariya hejmarek endamên polîtburoya YNKê beşdarî civînê bibe.
Şanda PDKê jî ji Hoşyar Zebarî û hejmareke din endamên Polîtburoya PDKê beşdarî civînê dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin