Mîranî: Wê Polîtburoyên PDK û YNKê li Hewlêrê bicivin
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand, wê herdu Polîtburoyên PDK û YNKê li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê bicivin.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî piştî serdana Parêzgarê Hewlêrê di civîneke rojnamevanî de ragihand, rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû hatin bicihkirin û wê hişt ku kêmtirîn ziyanê bibînin.
Fazil Mîranî amaje bi wê da, nabe pirsgirêkên siyasî yên di navbera partiyên siyasî derbasî nava hikûmetê bibin.
Fazil Mîranî li ser hewlên Silêmaniyê bo avakirina sîstema nenavendî wiha axivî:
“Li Silêmaniyê komîteyek ji kesên şareza bo projeya nenavendî durist kirine. Divê ew plan û projeya wan ji aliyê Encumena Wezîran ve were pesendkirin, paşê eger pêwîstî bi derxistina qanûnek nû hebe, divê derbasî parlemenê jî bibe, paşê biryara dawî li ser bê dayîn. Ji ber wê jî nabe tiştek li derveyî qanûnan were kirin. Bi nerîna me, Hewlêr zêdetir pêwîstî bi wê sîstemê heye.”
Mîranî li ser birîna mûçe û budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve got: “Divê ev pirs bê kirin, em welatiyên vî welatî ne, yan na. Heger welatiyê vî welatî ne, divê maf û erkên me bên diyarkirin, ne tenê erkê me hebe û mafê me nebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin