Qeymeqamê Hewlêrê: Divîyabû YNKê li ser tawana sewatan lêborîn bixwesta
PeyamaKurd - Qeymeqamê qezaya navendî ya Hewlêrê radigihand: “Pêwîst bû piştî beşdarbûna wan herdu endam û kadroyên YNKê yên di wê tawanê de, daxwaza lêborînê kiriba.”
Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd behsa bûyerên şewatê li bajarê Hewlêrê kir ku mixabin di dawiya sala 2023yê û destpêka 2024ê pêk hatin û wek hikûmetê ragihand ku guman di wan şewatan de heye û piştre jî eşkere bû ku grubeke tawanê li pişt wî karî ne û ser bi PKKê ne.
Nebez Ebdulhemîd ji Bas Newsê re gotiye: “PKK dijmintiyeke temam li gel gele me dike, bi karen terorîstî dijminatiya gel dikin. Herwaha ew kesên hatine girtin beşek ji wan ser bi YNKê bûn, lê YNK hevbeşê hikûmetê ye û li vê Hewlêrê jî hin xelk heye ku alîgirê YNKê ye û ewan jî ziyan dît. Mixabin wê grubê bê ku guh bide tiştekî ew tewan kirin û ji ber wê jî me ew wek karekî terorîstî pênase kir.’’
Qeymeqamê Hewlêrê diyar kir, piştî daxwaz ji xelkê ziyandîtî hate kirin ku dozê vekin, li Hewlêrê zêdetirî 120 heta 130 kesên ziyandîtî doz li binkeyên polis tomar kirin û wiha pê de çû: “Hemahengiya temam divê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federal bo encamdana lêkolînan hebe, ku encamên wan lêkolînan baş bin.’’
Derbarê helwêsta YNKê de jî qeymeqamê Hewlêrê got: “Tişta baş ew bû YNK xwedî helwêst be û qet nebe daxwaza lêborînê ji xelkê kiriba, ji berk u du endamên YNKê di wî tewanî de bûn. Raste me gotiye wan kesane ferman ji PKKê wergirtine. Lê ji ber aliyê siyasî YNK bûye, pêwîst bû YNKê daxwaza lêborînê ji xelkê Hewlêr, Kerkûk û Duhokê bike.’’
Nebez Ebdulhemîd got: ‘’Dema ew kes azad bûn bûyerên şewatê yên mezin çêdibûn, destdirêjî li ser aboriya welat û bazirganiya mezin dikirin. Piştî girtina wê grubê ew cure bûyer nemane û naha eger bûyerên şewatê hebin jî bûyerên biçûk in. Bi rastî tişta ku wan kir tewaneke qirêj û kirêt bû û di dîroka bajar û herêmê de tê tomar kirin. Lê tewanên waha dûrî PKKê nînin û berê jî karen gelek kirêtir li dijî ezmûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê encam dane.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin