Sandên PDK û YNKê li Hewlêrê civiyan: Ji Qubad Talebanî daxuyanî…
PeyamaKurd - Şandên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 26ê Hezîranê li baregeha Hewlêrê ya polîtburoya YNKê civiyan.
Cîgirê Serokwezîr û endamê serkirdayetiya YNKê Qubad Talebanî li ser civîna îro ragihand ku civîneke baş ligel PDKê encam daye û dê baştir bibe.
Talebanî diyar kir, di civîna navbera PDK û YNKê de li ser pêwendiyên navbera herdu partiyan û encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj têne kirin.
Herwiha li gorî zanyariyan, mijareke din a civînê li ser hilbijartinên parêzgehên Iraqê ye ku biryar e di 18/11/2023an de were encamdan.
Şanda PDKê ji Fazil Mîranî, Sîdad Barzanî, Hoşyar Zêbarî, Fuad Husên, Mehmûd Mihemed, Rêbwar Yelda û Zagros Fetah pêk tê. Şanda YNKê jî ji Bafil Talebanî, Cehfer Şêx Mistefa, Qubad Talebanî, Derbaz Kosret Resûl û Şalaw Elî Eskerî pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin