Li bajarê Hewlêrê bi çekan êrîsî mala endamê serkirdatiya YNKê kirin

11 July 2022 12:30 0 dîtin
Li bajarê Hewlêrê bi çekan êrîsî mala endamê serkirdatiya YNKê kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Hewlêrê bi çekan êrîşî mala endamê serkirdatiya YNKê Hacî Mesîfî kirin û pasevanekî mala wî birîndar kirin.

Zanyarî diyar dikin, îro Duşemê 11ê Tîrmeha 2022an mala endamê serkirdatiya YNKê Hacî Mesîfî li taxa Hewlêra Nû bajarê Hewlêrê rastî êrîşeke çekdarî hat.

Li gor kurê wî Soran Hacî Mesîfî diyar kiriye: “Sibeha îro di saet 02:15an de, gulle berdane mala me û heya niha em nizanin ew kî ne.”

Soran Hacî Mesîfî eşkere kiriye: “Gulle li milekî pasevanekî bavê min ket, lê bi şev neştergerî jê re hat kirin û niha rewşa wî ya tendirustiyê baş e.”

Herwiha lawê wî daye zanîn: “Dijminatiya wan bi tu kesî re tuneye û li ser bûyerê gumana wan li ser tu kesî tune.”

Soran Hacî Mesîfî herî dawî gotiye: “Me polîs û asayiş agahdar kirine û fermana dadweriyê wergirtine û îro li kamêrayên çavdêriyê mêze dikin û lêkolîn tê destpêkirin.”