Rojhilat | Li bajarê Ciwanro kesên nenas bi çekan êrîsî xelkê sivîl kir: 3 kes birîndar bûn

30 December 2021 16:29 0 dîtin
Rojhilat | Li bajarê Ciwanro kesên nenas bi çekan êrîsî xelkê sivîl kir: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî çend çekdarên nenas li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî ser xelkê bajar kirin.

Li gorî zanyariyan 7 çekdarên nenas ku siwarê matorsîkletan bûn, li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê şevê din êrîşî ser welatiyan kirin û rasterast gule bi ser kafeyekê reşandin.

Hat zanîn ku di encama wê êrîşê de 3 kes birîndar bûne.

Dîsa li gorî çavkaniyan li çend cihên din ên bajarê Ciwanro jî kesên çekdar teqe kirine û bûne sedema tirsê di nav welatiyan de.

Çavkaniyên deverê diyar kirine ku her çiqas nasnameya êrîşkaran nehatiye diyarkirin jî guman heye ew bi ser komeke tundrew a Îslamî ya qirêdayî Wehabiyan e.