Rojhilat | Hêzên Îranê li bajarê Ciwanro herî kêm 30 ciwan revandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî 2yê Çileyê 2023yan hêzên rejîma Îranê bi gelek maşîneyên leşkerî li nav kolanên bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê geriyane û bi ser malan de girtine.
Li gorî vîdyoyên hatine belavkirin, hêzên Îranê li nav kuçe û kolên Ciwanro digerin û bi ser malên xelkê de digirin û kesên ciwan jî direvînin.
Çavkaniyên ji bajarê Ciwanro ragihandine ku bi lêdan û îşkenceyan herî kêm 30 ciwan ji nav bajarê Ciwanro hatine revandin û ew birine cihên nediyar ku niha çarenivîsa wan jî nayê zanîn.
Hêjayî gotinê ye, çend roj berê di merasîmên çileya 7 şehîdên serhildanê yên bajarê Ciwanro de, hêzên Îranê gule bi ser xelkê de reşandibû û herî kêm 18 kes birîndar bûbûn ku birîna 2 kesan jî giran bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin