Rojhilat | Êrîsa hêzên Îranê ya ser xwepêsandana Ciwanro hat sermezar kirin

01 January 2023 11:57 0 dîtin
Rojhilat | Êrîsa hêzên Îranê ya ser xwepêsandana Ciwanro hat sermezar kirin

PeyamaKurd – Nûner û endamên Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Almanyayê, êrîşa hêzên rejîma Îranê ya doh  Şemiyê li ser xwepêşandanên bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuyaniya li ser Twitterê hatiye belavkirin de, êrîşa hêzên rejîma Îranê ku doh 31ê Kanûnê bi çekan û gaza rondikrêj li ser xelkê bajarê Ciwanro hatiye kirin, hat şermezarkirin.

Herwiha hat xwestin ku Yekîtiya Ewropayê (YE) Supaya Pasdaran a Îranê bixe nav lîsteya komên terorîstî.

Hêjayî gotinê ye, roja dawî ya sala 2022yan li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê di Çileya 7 şehîdên serhildanê de, li dijî rejîma Îranê xwepêşandana herî mezin hat lidarxistin. Xwepêşander rastî êrîşeke tund a bi çekan a hêzên milîsên çekdar ên Îranê hatin ku hejmarek welatî jî hatin birîndar kirin.