Rojhilat | Hêzên Îranê li Merîwanê 20 zarok û ciwan binçav kir

18 August 2024 14:05 0 dîtin
Rojhilat | Hêzên Îranê li Merîwanê 20 zarok û ciwan binçav kir

PeyamaKurd - Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihand ku di nava sê rojan de li bajarê Merîwanê nêzî 20 zarok û ciwan ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine binçavkirin.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihand, di rojên 13,14 û 15 ê Tebaxê de nêzî 20 zarok û ciwanên gundê Nê ya bajarê Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê, bi tometa hevkariya partiyên opozisyonê ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine gazîkirin û binçavkirin.

Hate zanîn ku temenê zarokên binçavkirî di navbera 13-18 saliyê de ye, ku ji aliyê Îdareya Supaya Pasdaran ve ji bo çend demjimêran hatine binçavkirirn û gefên tund li wan hatine xwarin.

Hate diyarkirin, yek ji zarokan bi awayekî gelek tund hatiye tehdîd kirirn û rewşa wî ya derûnî nebaşe û ji bo navendeke tenduristiyê hatiye veguhestin.

Hengawê ragihadibû ku di tîrmeha borî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 92 welatî ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatine binçavkirin, ku 49 kes ji wan Kurd in.