Hêzên Îranê zarokeke Belûc kust û yek jî birîndar kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Îranê li bajarê Raskiye yê eyaleta Sîstan-Belucistanê zarokekî 12 salî bi guleyan kuşt.
Li gorî medya Îran û Rojhilatê Kurdistanê, doh êvarê zarokek xelkê gundê Cekegurî ya bajarê Raskiye ya girêdayî Sîstan-Belûcistanê, di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest daye û zarokek din jî bi giranî birîndar bûye.
Hate zanîn, piştî hêzên rejîma Îranê wesayîtek gulebaran kirine, wesayît wergeriyaye û di encama êrîşê de zarokê bi navê Ihsan Askanî (12) hatiye kuştin û kurmamê wî yê bi navê Selman Askanî jî bi giranî birîndar bûye.
Li gorî amarên Rêxistinên Mafên Mirovan, ji 20ê Tebaxê ve nêzî 150 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin ku ji wan 14 kes zarok in û temenê wan di bin 18 saliyê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin