Li Belûcistanê berpirsekî Îtlaata Îranê hate kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Belûcistanê Cîgirê Îdareya Îtilaata Îranê (îstixbarat) li bajarê Sîb û Soranê, ji aliyê hêzên Ceyşuledil ve hate kuştin.
Rêxistina Ceyşuledil a Belûcî ragihandiye ku li bajarê Sîb û Soranê ê parêzgeha Belûçistanê yê bi nasnavê Celalî, li ber deriyê mala wî li bajarê Soranê ji aliyê hêzên Ceyşuledil ve hatiye kuştin.
Ceyşuldil daye xuyakirin ku kuştina wî berpirsê Îranê bersiva kiryarên hovane yên rejîma Îranê li Belûçistanê ye.
Herwiha Ceyşuledil hişyarî daye karbidestên leşkerî û ewlehî yên rejîmê ku ger kiryarên li dijî xelkê Belûc bidomin ew dê bersiva wan bidin. Dîsa hatiye xwestin ku hêz û saziyên rejîmê terka Belûcistanê bidin û derkevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin