Berpirsekî polîsê Îranê hate kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Melayer ê Îranê, berpirsekî ewlehîyê di êrîşa du kesên çekdar de hate kuştin.
Li gorî nûçeya medya Îranê cîgirê fermandarê hêzên întizamiya Îranê li bajarê Melayêrê, Mehmûd Xudadad, di dema peyketina du kesên çekdar de, hatiye birîndarkirin û li nexweşxaneyê can daye.
Hate zanîn ku berpirsê polîsê Îranê yê hatiye kuştin, xwedî pileya fermandariyê bûye li bajarê Melayêrê.
Medya nêzî hikûmeta Îranê ragihandiye ku bikujê wî berpirsê polîs hatiye binçavkirin.
Hêjayî gotinê ye, du roj berê jî payebilindekî sûpaya Pasdarên Îranê li devera sînorî ya bajarê Serawanê hatibû kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin