Îlam | Bi çekan êrîsî ser fermangeha Mulk û Emlak a li bajarê Îlamê kirin

18 May 2022 12:43 0 dîtin
Îlam | Bi çekan êrîsî ser fermangeha Mulk û Emlak a li bajarê Îlamê kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Îlam a Rojhilatê Kurdistanê bi çekan êrîşî ser fermangeha Mulk û Emlak a li bajarê Îlamê kirin û di encamê de fermanberên wê destbiser kirin.

Hat diyarkirin, ew kes berê fermanberê wê fermangehê bûye û ji kar hatiye dûrxistin.

Hêzên ewlehiya parêzgeha Îlam çardewrê wê fermangehê belav bûne û rêya çûnûhatinê jî daxistin.

Li gor gotinên şahidên bûyerê li cîhê bûyerê dengê fîşekan û çûnûhatina ambûlansan hatiye bihîstin.

Herwiha ajansa fermî ya Îranê IRNA û ajansa ISNA û Mêhr destnîşan kiriye: Wî kesî li cihê wê fermangehê 3 kes kuştine û 5 kesên din jî birîndar kirine û pişt re jî xwe jî kuştiye.