Çekdarên DAISê êrîsî depoya çekan a Sûriyê kir
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên DAIŞê şeva borî, êrîş birine ser depoyeke çekan a hêzên rejîma Sûriyê û hejmarek leşker di wê êrîşê de hatine kuştin û birîndar kirin.
Li gorî çavkaniyên SOHRê çekdarên DAIŞê şeva duşemê êrîşî depoyeke çekan a hêzên Sûriyê li herêma Tedmur a rojhilatê Humisê kir û di encamê de hin leşkerên sûrî hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
Hateê ragihand ku birîndar rakirine nexweşxaneya Tedmurê û piştî êrîşê hêzên Şamê li herêmê belav bûne û devera êrîş hatiye kirin xistine bin dorpêçê.
Hêjayî gotinê ye, hê jî li Sûriye û Iraqê di navbera 5-7 hezaran de çekdarên DAIŞê hene û gelek caran êrîşên xwe berdewam dikin. Herî dawî jî di çend rojên borî de, 3 êrîş li dijî hêzên Sûriyê hatin kirin ku di encamê bi dehan kuştiyên leşkerên Sûriyê çêbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin