Çekdarên DAISê êrîsî otomobîleke HSDê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li rojhilatê Sûriyê êrîşî otomobîleke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir, DAIŞê li bajarokê Şaafê yê Dêrazorê bi mayînekê êrîşî otomobîleke HSDê kir.
SOHRê ragihand, wan ti agahî derbarê windahiyên canî de wernegirtine.
SOHRê daye zanîn, li gorî amarên wan DAIŞê ji destpêka îsal ve 7 êrîş li navçeyên HSDê pêk anîne.
Li aliyê din SOHRê da xuyakirin ku Hevpeymaniya Navdewletî bi sê balafiran, çek û cebilxane şandin baregeha Şedadî ya li Hesekeya Rojavayê Kurdistanê.
Hevpeymaniyê herî dawî xaleke leşkerî li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ava kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin