HSDê 50 çekdarên DAISê serbest berdan!
PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 50 çeteyên DAIŞê yên li Rojava û girtîgehên di bin kontrola wê de bûn, serbest berdan.
Yek ji berpirsên Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojava Rêber Kalo di daxuyaniya xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) de diyar kir ku di çarçoveya efûya taybet a HSDê de 50 girtiyên DAIŞê hatin berdan.
Rêber Kalo got: “Di çarçoveya biryara lêborîna taybet de, roja Duşemê 50 kesên ser bi rêxistina terorîst a DAIŞê hatin berdan.
Rêber Kalo da zanîn ku biryara efûyê tenê ji bo Sûriyeyiyan derbas dibe û girtiyên biyanî di nav xwe de nagire û got, "Komeke din a çeteyên DAIŞê wê di mehên pêş de bên berdan."
Berpirsê Asayîşa Rojava got, "Ti ji wan kesên ku beşdarî şer bûne, di nav wan de yên ku di xwîna sivîlan de bûne, nayên berdan."
Rêveberiya Xweser a Rojava di meha Tîrmehê de di çarçoveya peymana bi eşîrên Ereb ên parêzgeha Dêrezorê re efûyek ji bo bi hezaran girtiyên DAIŞê derxist. Peyman di 25ê Gulana îsal de hatibû îmzekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin