HSDê heta niha bi qasî 900 girtiyên DAISê yên ji Sûriyê serbest berdane

28 November 2021 15:39 0 dîtin
HSDê heta niha bi qasî 900 girtiyên DAISê yên ji Sûriyê serbest berdane

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku roja 25ê vê mehê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nêzî 900 kesên ku bi tawana endametiya DAIŞê hatibûn girtin, serbest berdan.

HSDê beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandiye, ''Piştî lêkolîn bi dawî hatin û hat tekezkirin ku kesên Sûrî yên tevlî DAIŞê bûne, heke destê wan di xwînrijandina Sûriyan de tunebe û ti sûcên kûştinê nekiribin serbest têne berdan''.

Li aliyekî din HSD lîsteyek bi navên kesên ku hatine berdan, ji bilî weşandina navên şêx û navdarên ku kefalata berdana wan kirine, belav kiriye.

Herwiha li gorî zanyariyan 15ê Cotmeha 2020an jî 631 girtî bi destpêşxêriya Meclîsa Sûriya Demokratîk hatine berdan ku ev koma dûyem e ji girtîgehên HSDê tê berdan.

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser sala borî 10ê Cotmeha 2020an biryara efûya giştî ji bo serbestberdana girtiyên Sûrî yên bi tawana endametiya DAIŞê hatine girtin dabû ku ji aliyê MSDê ve hatibû pêşkêş kirin.

Li gorî biryara di jêr hejmara 5an de, çi kesên Sûrî yên tevlî DAIŞê bûne heke tawanên giran nekiribin dê cezayên wan dakevin kêmî nîvî û yên ti tawan li ser wan tune bin dê serbest werin berdan.