Ji fermandarê HSDê daxuyaniya operasyonên DAISê: Heta niha…
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî (Mezlûm Kobanî) 23yê Adarê di merasîma li Qada Petrolê ya El Omer a Dêrazorê ragihandibû ku dawî li dagirkeriya DAIŞê ya li Rojava û Bakurê Sûriyê hatiye anîn û têkoşîna wan a dijî şaneyên razayî yên terorê dest pê dike.
Ji dema ragihandina dawîanîna DAIŞê ve gelek operasyonê li ser şaneyên razayî yên terorîstan hatin kirin û li çend deveran jî êrîşên bombeyê yên şaneyên razayî yên DAIŞê hatin kirin.
HSDê dema wan operasyonan bi daxuyaniyên cûda ragihand ku heta niha gelek terorîst hatine desteserkirin û cebilxaneyeke zêde jî hatiye bidestxistin.
Fermandarê HSDê Goran Til Temîr li ser operasyonên berdewam ên dijî şaneyên DAIŞê ragihand, “Operasyonên me yên ewlekariyê yên dijî şaneyên veşarî yên terorîstên DAIŞê berdewam dikin. Heta niha me bi ser gelek xalên wan de girtin û me hejmarek zêde ya çeteyan desteser kir.”
Fermandarê HSDê herwiha diyar kir ku lêgerîna li ser tunel û xendên DAIŞê berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin