Fermandarê HSDê: Amerîkayê alîkariya me zêde kiriye, hêzeke herêmê çekdan dide DAISê
PeyamaKurd- Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ebu Omer Idlibî di hevpeyvînekê de ragihandiye ku piştgiriya Amerîkayê ji bo hêzên wan kêm nebûye.
Idlibî bal kişandiye ser zêdebûna tevgera DAIŞê û daye xuyakirin, berevajî kêmbûnê piştî zêdebûna êrîşên DAIŞê, tevgera hêzên Amerîkayê li dijî terorê berfiretir bûye û alîkariya bo hêzên HSDê jî hatiye zêdekirin.
‘Hêzeke deverê çekan dide DAIŞê’
Fermandarê HSDê daye zanîn, bi çek û pereyan piştevaniya DAIŞê tê kirin û bêyî bi nav bike gotiye, hêzeke mezin ya deverê çekan dide DAIŞê.
Herwiha Idlibî gotiye, perwerdeya hêzên Amerîkayê li ser çawaniya şerê dijî terorê bo HSDê berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin