Ji Amerîkayê bo HSDê 30 milyon dolar: Hejmara servanan tê zêdekirin

05 May 2019 10:36 0 dîtin
Ji Amerîkayê bo HSDê 30 milyon dolar: Hejmara servanan tê zêdekirin

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di meha Nîsanê de ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 30 milyon dolar budçe terxan kir.

Hat ragihandin, meaşên şervanên HSDê jî 40 hezar lîre hatiye zêdekirin û dê ji meha Gulanê pê de bên dayîn. Herwiha Amerîkayê daxwaz kiriye hejmara şervanan jî heta dawiya salê bikin 110 hezar leşker.

BI RÊVEBERÊN HSDÊ RE CIVIYABÛN

Şandeke amerîkî beriya niha bi demekê serdana herêmên kontrola HSDê li Eyn Îsa, Reqa û Qamişloyê kiribû û danûstandin ligel hev pêk anîbûn.

Li gorî îdiayan piştî hevdîtinan biryara hatiye standin baregehên nû werin çêkirin, hejmara şervanan were zêdekirin û meaş jî werin zêdekirin.

AMERÎKA: HEJMARÊ BIKIN 110 HEZAR LEŞKER

Hat diyarkirin ku Amerîkayê ji bo vê 30 milyon dolar alîkarî daye HSDê.

Li aliyê din tê gotin ku şanda amerîkî ji rêveberiya HSDê daxwaz kiriye heta dawiya sala 2019an hejmara şervananên xwe bigihînin 110 hezaran.