Fermandarê Gistî yê HSDê: Tirkiye binpêkirina peymanên navneteweyî zêde dike
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî li ser êrîşên balafirên bêfirokvan ên Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Tirkiye binpêkirina peymanên navneteweyî yên bi welatên garantor re li dijî herêmên me zêde dike.”
Mazlûm Kobanî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn: “Tirkiye binpêkirina peymanên navneteweyî yên bi welatên garantor re li dijî herêmên me zêde dike. Armanckirina Kobanî, topbarankirina sivîlên bêguneh, kuştina kesayetiyên îdarî bi balafirên bêfirokevan provokasyon in ku ewlehî û aramiyê dixe metirsiyê û operasyonên li dijî DAIŞê asteng dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin