HSDê, Fermandarê Gistî yê Meclîsa Leskerî ya Dêrezorê girt

28 August 2023 16:30 0 dîtin
HSDê, Fermandarê Gistî yê Meclîsa Leskerî ya Dêrezorê girt

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewla, ji aliyê Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ve hat girtin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniya nexwest navê xwe eşkere bike ve hatin dayîn, hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê jî ji bo girtina Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewla piştgirî dane.

Li ser sedema binçavkirina fermandarê navborî  agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Her wiha ji aliyê din ve HSDê ragihand ku bi hêzên Koalîsyona Navdewletî re li Dêra Zorê li dijî şaneyên IŞÎDê di bin navê “Bihêzkirina Ewlekariyê” operasyonek hevpar li dar xistine.

HSDê di derbarê operasyonê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di hevdîtinên ku bi êl û navdarên Ereb ên herêmê re hatine lidarxistin de biryar hatiye dayîn ku şaneyên IŞÎDê bişopînin û got,“Hêzên me li eniya rojhilat dest bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” kirin.

Îşev saet derdora 20:00an de bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Firatê bi taybet li herêma Dêra Zorê.”

Ne diyar e ku girtina Ebû Xewla di çarçoveya operasyonê de hatiye kirin yan na. Di derbarê mijarê de hîn ji çavkaniyên DSGê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê ku di bin banê Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) de li parêzgeha Dêrezorê li rojhilatê Suriyeyê hatiye pergalkirin, ji şervanên Ereb pêk tê.